Buldan û Temellî ji bo Serêkaniyê banga ‘lezgîn’ kirin 2019-10-18 16:41:19 ENQERE – Hevserokê HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî Tirkiyeyê vexwendin ku agirbestê bin pê neke û ji bo tahliyekirina birîndar û sivîlên li Serêkaniyê banga 'lezgînî' ya korîdora alîkariya mirovî kirin.   Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi sernavê “Banga Lezgîn” daxuyaniyek nivîskî parve kir. Daxuyaniya hevserokan wiha ye:     “Duh êvarê rêveberiya Trump û Serokkomar Erdogan ji bo Rojava agirbest îlan kirin. Di encama li hevkirinê de biryara 120 saet agirbestê hat girtin.    Yek ji bajarên pevçûn lê hene Serêkaniyê ye. Gel dixwaze ji navenda Serêkaniyê sivîl û birîndaran rizgar bike. Lê li gorî agahiyên ji herêmê tên heyetên dixwazin biçin Serêkaniyê ji aliyê TSK û komên wê tên bombebarankirin. Di medya civakî de jî têkildarî vê yekê hin dîtbariyên cûr bi cû tên parvekirin. Nexweşxaneya Serêkaniyê di rojên derbasbûyî de ji aliyê balafirên şer ve bibû armanc. Ji ber nexweşxane tê gulebarankirin û bombebarankirin birîndarên li bajêr nikarin werin dermankirin.    Ji bo sûcên şer zêde nebin, ji bo tahliyekirina birîndar û sivîlên li Serêkaniyê pêdivî bi korîdorek alîkariya mirovî ya lezgîn heye. Divê vê korîdorê hildin bin mîsogeriyê.    Hedef girtina ambûlans û sivîlan di vê pêvajoyê de em wek sabotaj û provokasyona di bin berpirsiyariya Amerîka û Tirkiyê de dibînin. Ji bo korîdora însanî were temînkirin em bang li aliyên berpirsiyar dikin û bi lezgînî vedixwînin ku li gorî qayîdeyên agirbestê tevger bikin.”