Serokkomarê Çekyayê: Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike 2019-10-18 16:15:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Çekyayê Mîlos Zeman têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir dewleta tirk kurdan mîna heywanan dikuje û sûcê şer dike.   Serokkomarê Çekyayê Mîlos Zeman têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û nirxandinên balkêş kir. Zeman diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji kurdan re dibêje 'terorîst' û ew vê yekê rast nebîne û wiha got: "Berovajiyê vê yekê êrîşê dibin ser kurdan. Di kuştina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef a jin de hatî dîtin ku bi heywanî hatibû kuştin, ji xwe dipirsim gelo yên ku vê kuştinê dikin terorîst in an na. Bi ya min dewleta tirk bi her awayî sûcê şer dike, divê Tirkiye nebe endamê Yekîtiya Ewropayê (YE). Di şerê li dijî DAIŞ'ê de ji ber ku em hewceyî wan bûn me ew (kurd) rûmetdar kirin, niha jî em pişta xwe didin wan."