Polîs gef li parlementer xwar: Ger pêwîst bike ezê lêxim 2019-10-18 15:49:14   WAN - Endam û rêveberên HDP’ê bi boneya 7’emîn salvegera HDP’ê xwestin bi meşin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di dema asteng kirinê de, gefa “Ger pêwîst be ezê lêxim” li girseyê xwar.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temllî bi boneye 7’emîn salvegera avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat Wanê û xwest bi parlamenterên partiyê re daxuyanî bide, lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. HDP’iyan ligel astengiya polîsan jî li avahiya partiyê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî dan çapemeniyê û dûre xwestin heya avahiya partiyê ya bajêr bimeşin. Ji berk u polîsan cara duyemîn endamên partiyê asteng kirin, nîqaş derket. Polîsan endamê Meclîsa Partiyê Yûnûs Dûrdû, rêveberên partiyê Kerem Kaçmaz, Neslîhan Şedal û kesekê navê wî nehat zanîn bi lêdanê binçav kirin.    ‘GER PÊWÎST BIKE EZÊ LÊXIM’   Parlamenterên xwestin ragehiyê asteng bikin, nîqaş dinavbera wan û polîsan de derket. Parlamenter Tayîp Temel ê ket navgerê rastî gefa polîsekê hat. Polîs bi gotina “Ger pêwîst be ezê lêxim” gef li Temel xwar.    Temel dûre xîtabî gelê ku kom bibû kir û got: “Eger namûs, heysiyet û şeref hebe, îro Wan wê bersivê bide wan. Ev êrîşên rezîl wê nekarin pêşiya me bigirin. Yek kurd jî bimîne, wê dîsa vê zilmê qebûl neke. Em  vê zilmê qebûl nakin.” Dûr parlementer Mûrat Sarisaç jî, wiha bertek nîşanî polîsan da: “Ew nikarin mafê gelê kurd ji dest wan bigirin. Eger yek kes jî bimîne wê heya dawiyê têbikoşe. Ji wan netirsin, ew bê qûwetin. Gelek nema wê hemû jî biçin. Xwedî li partiya xwe derkevin.”    RAGEŞÎ DEWAM DIKE    Polîsan cardin xwest mudaxileyî parlamenterên xîtabî gel kirin bike, lê vê carê rastî bertekên welatiyan hatin û welatiyên li derdorê kom bibûn li çepikan xistin û dirûşme berz kirin.