Ozen: Agirbest çareseriya mayînde nîne 2019-10-18 15:42:21   DERSIM – Li Dersimê li gel astengiya polîsan jî li dijî êrîşên ser Rojava daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen got: “Agirbest çareseriya mayînde nîne.”    Rêxistinên HDP’ê ya Dersim û navçeyên xwestin li dijî şerê Tirkiyê yê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ragihandina agirbestê li Kuçeya Hunerê daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan bi maşîneyên zirxî kuçeyê dorpêç kir û bi hênceta biryara walîtiyê ya qedexekirina daxuyaniyan heye xwest daxuyaniya HDP’ê asteng bike. Tevî hemû astengiya polîsan jî Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen li Kuçeya Hunerê daxuyanî da.   ‘DESTKEFTIYÊN KURDAN DAGIR DIKIN’    Ozen diyar kir ku polîtîkaya înkar û îmhakirinê bi salan eli Tirkiyê didome û dewleta  tirk di serî de maf û destkeftiyên gelê kurd û hemû netewên din qebûl nake û ji ber vê yekê êrîşî wan dike. Ozen got: “Îktîdara ceberût li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Rojavayê Kurdistanê şer û dagirkirinê da destpêkirin. Navê vê yekê dagirkeriye. Em ê vê yekê qebûl nekin. Helbet ev agirbest girîng e. Lê bes ev agirbest çareseriya mayînde nîne. Çareseriya mayînde di navbera gelan de pêk tê. Li şûna ku îktîdara ceberût vê yekê pêk bîne her roja ku diçe êrîşkartir dibe. Li her deverê êrîşî gelê kurd dike. Bi sedemên pûç û vala hevşaredarên me digirin û qeyûm tayînî şûna wan dikin. Çi dikin bila bikin heta yek ji me bimîne em ê ji bo parastina rûmeta xwe berxwedana xwe mezin bikin. Teqez em ê bi ser bikevin.”