7 kes bi lêdanê binçav kirin 2017-12-02 14:30:43 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li Kolana Yukselê dewam kir. Di êrîşa polîsan de 7 hatin binçavkirin. Polîsan dema çalakvan binçav dikirin, li wan dan. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin, di roja 269'an de ye. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 389 roj ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, polîsan ji wan re astengî derxist. Li ser vê çalakvanan li Kuçeya Konurê dirûşim berz kirin û xwestin Gulmen û Ozakça vegerin karê xwe. Polîsan êrîşê çalakvanan kir û 7 kes binçav kirin. Di dema binçavkirinê de polîsan li çalakvanan da.   Aktîvîstê videoyan Oktay Înce dema dixwest dîmenên binçavkirinê bikişîne, polîsan ew jî derb kir.