Fermandariya QSD’ê ya Serêkaniyê: Tirkiye agirbestê bin pê dike 2019-10-18 14:24:31   NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê ragihand ku Tirkiye agirbestê binpê dike û êrîşên hewayî û bejahiyê yên li dijî Serêkaniyê didom in.    Tevî biryara agirbestê jî êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarê Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewamdike. Tê ragihandin ku Tirkiye bi çekên giran êrîşî ser bajêr dike. Balafirên şer ên Tirkiyê jî navçeya Zîrganê ya girêdayî Serêkaniyê bombe kir û di bombebaranê de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan.    Di bombebarana hewayî ya li dijî gundê Emilxerê ya girêdayî Serêkaniyê de jî 5 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan û 2 QSD’yî jî birîndar bûn.    Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a Serêkaniyê ragihand ku êrîşên li dijî Serêkaniyê bi dijwarî didomin û agirbesta duh hat ragihandin tê îhlal kirin.  QSD’ê da zanîn ku Tirkiye agirbestê binpê dike û heke êrîş dewam bikin dê li dijî êrîşan mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin.