Midurê dibistanê li mamosteyên Egîtîm Senê xist 2019-10-18 14:19:40   ANTALYA - Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Antalyayê Kadîr Ozturk bertek nîşanî midurê dibistanekî ku li mamosteyê endamê wan dabû da û ev tişt got: "Dîmen û rapora tundiya li hemberî mamosteyê me hene."    Li Antalyayê, ji ber sedemeke ne diyar midurê dibistanekî li mamosteyekî endamên Egîtîm Senê xist. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Antalyayê Kadîr Ozturk, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û bertek tundiya li hemberî mamosteyê endamê wan da. Ozturk diyar kir ku ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm-Bîr Sen'ê Mûstafa Çoban ve hedef tên nîşandan û wiha got: "Ji bo 3 rojan rapor dane endamê me. Her wiha divê ku kamerayên ewlehiyê yên dibistanê bên vekolînkirin.  Dîmenên ku endamê me dema êrîşê birindar dibe û ji serê wî xwîn tê hene. Midurê êrîşkar gelo ji kurê ev ewlehî û wêrekî digire?"