'Divê dewlet vê eybê paqij bike' 2017-12-02 14:09:00 STENBOL – Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di duyemûn salvegera kuştina xwe de bi meşekê hat bibîranîn. Meşê li Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê dewam kir. Parêzer bi cubeyên xwe tev li meşê bûn û gotin ku "Faîlên Elçî 2 sal in nayên dîtin, divê dewlet vê eybê paqij bike." Baroya Amedê, ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê meşek li darxist û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anîn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî, wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu û Garo Paylan, Wekîlê Partiya Gel a Komarê (CHP) Mamut Tanal jî piştgirî dan meşê. Dîsa serokên baroyên Stenbol, Sakarya û Artvînê, endam û rêvberên baroyn, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Parêzerên Halkevcî, Parêzerên Nobeda Edaletê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kes beşdarî beşê bûn.    BI ÇEPIKAN XWE GIHANDIN QADÊ   Parêzer bi dirûşm û çepikan xwe gihandin Qada Galatasarayê, daxuyanî Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen kir. Ozmen da zanîn ku Elçî bi guleyek bê xweyî jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Tahîr Elçî, bi salan ji bo kesên hatin windakirin, ji hevjîn, dayik û hezkiriyên wan hatin qutkirin, bi guleyekî ew kuştin û avêtin ber rêyan xebitî û têkoşîna hiqûqî meşand." Ozmen diyar kir ku lêpirsîna der barê kuştina Elçî de nayê meşandin û ev tişt anî ziman: "Roja ku kuştin pêk hat gelek kesan xwest kuştina Elçî bê lêkolînkirin û ev ji Wezareta Karê Hundur hat xwestin. Lê du sal bi ser re derbas bû hêj besê bi fikar îfade nedaye."   DURAKOGLU: EV JI BO MIROVAHIYÊ EYB E   Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu jî destnîşan kir ku Tahîr Elçî ne tenê serokê baroyê ye û ev tişt got: "Kesayetekî gelekî cuda bû û hiqûqnasekî ku mirov mînak bigire bû. Ew qasidê aştiyê bû. Mirovekî hiqûqê bû. Windakirina wî ne tenê ji bo baroyan, ji bo hiqûqnasan, ji bo mirovahiyê jî gelek giran e."   ÇAGAL: DIVÊ DEWLET VÊ EYBÊ PAQIJ BIKE   Serokê Baroya Artvînê Alî Ugur Çagal da zanîn ku windakirina Elçî ji bo mirovahiyê windahiyek gelek mezin e û wiha pê de çû: "2 sal e di lêpirsînê de tu pêşketin tune. Ev me gelekî ditirsîne. Ev eyba dewletê ye û divê dewlet vê eybê paqij bike."   KAZAN: PIREYA ME RÛXANDIN   Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan jî ev tişt anî ziman: "Pireya me rûxandin. Kesên ku ev pire rûxand, 2 sal in nayên dîtin. Kesên ku ev pireya rûxandin, çi hêvî dikin. Em ê pireyên nû ava bikin. Di vir de jî baş tê fêmkirin ku mirov bibe pire ew qas girîng e. Tişta ku Tahîr Elçî dikir, ev pire bû."