Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2019-10-18 11:49:21 STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbata sê girtiyên din ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî parêzer Mazlum Dînç ji bo biçin Girava Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên her sê girtiyên din jî serlêdan kirin. Birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn û keça xwe Eylem Çetîn jî bi boneya hevdîtinê bikin bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.