Omer Ocalan: Ji bo kurdan dema yekitiyê ye 2019-10-18 11:17:53 RIHA : Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber dijminiya li hemberî kurdan e û wiha got: "Dema ku sivîl bên kuştin, bajar bên bombebarankirin û komkujî pêk bên, em ê ji vê re dibêjin şer." Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û xwest ku kurd ji bo yekitiya neteweyî bên gel hev.   'TENÊ FÎŞEKEK JÎ NEHATIYE AVÊTIN'    Ocalan diyar kir ku rewşa şer ku di sala 2011'an de li Rojava dest pê kir, ji aliyê Tirkiyeyê ve tê domandin û wiha got: "Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî Tirkiyeyê tu gefek çênebûye. Dema ku DAIŞ li Grê Spî bû, li Kaniya Xezalan 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Dema ku El Nûsra jî li ser Serêkaniyê jî bû heman êrîş pêk hatibûn. Lê hêzên kurd vana paqij kirin û bajaran jî rizgar kirin. Tenê fîşekek jî navêtin Tirkiyeyê."   'EM JI VÊ RE DIBÊJIN ŞER'    Ocalan diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber dijminiya li hemberî kurdan e û ev tişt anî ziman: "Tirkiye bi amûrên herî giran ê şer êrîşa dike. Li gel vê yekê jî dibêjin tişta ku tê kirin !operasyon e ne şer e'. Dema ku sivîl bên kuştin, bajar bên bombebarankirin û komkujî pêk bên, em ê ji vê re dibêjin şer. Zilma ku li kurdan tê kirin li ber çavan e."   'LÊKOLÎNÊN PIRSÛS Û SERÊKANIYÊ'    Di berdewamê de Ocalan têkildarî lêkolînên ku li navçeyên Pirsûs û Serêkaniyê yên Rihayê kirine agahî da û ev tişt gotin: "Li Serêkaniyê ji sedî 80'ê gel ji malê wan hatine derxistin û radestî hêzên paramîlîter hatiye kirin. Li navçeya zilmeke mezin tê kirin. Mafê mirovan tune tê hesibandin. Li Pirsûsê jî heman rewş heye. Dîsa sewqiyatên leşkerî didomin. Bangî keyayên 41 gundî kirine û ji wan xwestine ku gundên xwe vala bikin û gotine ku heke gundî dernekevin dê berpirsyariya ewlehiya wan negirin ser xwe."   'DIJMINIYA KURDAN LI DÎROKÊ HATE NIVÎSANDIN'    Têkildarî bertekên navneteweyî jî Ocalan destnîşan kir ku bangên sazî û dezgehên navneteweyî kêm in û divê ku gavênn şênber bên avêtin û axaftina xwe wiha domand: "Bi şer û mirinê tu welat bi p3eş ve naçe. Berovajiyê vê yekê dê têk biçe. Trafîqa dîplomasiyê berdewam kir. Mafdariya kurdan di qada navneteweyî de jî hat dîtin. Lê divê bang bi gavên şênber bên berdewamkkirin. Tirkiye ku li qada navneteweyî pêbaweriya nemaye dijminahiya wê li dijî kurdan jî li dîrokê hat nivîsandin."   'DEMA YEKITIYA KURDAN E'    Ocalan di dawiya axaftina xwe bal kişand ser yekitiye neteweyî ya kurdan û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Divê ku kurd bi yekitiya navneteweyî tevbigerin û li dijî êrîşê bibin xwedî helwesteke hevpar. Êdî dema yekitiya kurdan e. Hemû partî û tevgerên kurdan divê ji bo yekitiya netewa kurd bi rihê kurdistanî bên gel hev û biaxivin û kongreyê li dar bixin. Ji bo kurd vê yekê hîs bikin divê gavên şênber bên avêtin. Li hemberî talûkeyên hebûna kurdan divê ku nêrîneke hevpar bê avakirin. Pêwîstî bi vê yekê heye."