‘Şer li ser zarokan rê li ber travmayek mayînde vidike’ 2019-10-18 10:29:54 AMED – Derûnnas Fatîh Yigît diyar kir ku şer rê li ber travmaya mayînde ya zarokan vedike û heke mudaxeleya pêwîste neyê kirin dê civak bi nifşek pirsgirêk re hevrû bimîne.    Di êrîşên Tirkiyê yên li ser bajar û navçeyên Bakur û Rojavayê Sûriyê de herî zêde zarok di bin bandora şer de man. Şer û pevçûnên dijwar diqewimin di travmaya zarokan de rê li ber derûniyek xerab vedike û tê gotin ku ev yek li ser zarokan mayînde dibe.    ‘ZAROK DIBIN MEXDÛRÊ TRAVMAYA ŞER’    Derûnnas Fatîh Yigît ê li Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (GIYAV) dixebite bandora şer a li ser zarokan ji ajansa me re nirxand. Yigît diyar kir ku zarokên li qadên şer ango pevçûnan mezin dibin bi travmayek kûr re hevrû dimînin û travma piştî tundî ango şerê diqewime xwe di rewşa derûnî ya kesan de baş dide nîşandan. Yigît da zanîn ku zarok di warê xerabûna kesayetî de jî bandorek neyînî dibîne û gelek acizî pê re çêdibin.    ‘ŞER DIBE TUNDIYA SER ZAROKAN’    Yigît anî ziman ku li gel zarokên di nava şer de mezin dibin, pevçûnê ya di televîzyonan de yan jî bihîstine û dîtine di warê derûnî de bi tundiyekê re hevrû dimîne û ji ber vê yekê kesayeta zarok di serdemek baş û rast de mezin nabe. Yigît da zanîn ku zarokên niha dê siberojê têbigihîjin û heke mudaxeleya pêwîste neyê kirin dê civak bi nifşek pirsgirêk re hevrû bimîne.    MA / Fethî Balaman