Civaknas Dogan: Kesên li dijî sûcê li hemberî mirovahiyê bêdeng dimînin şirîkê sûc in 2019-10-18 09:15:31 STENBOL – Civaknas Ayşe Tepe Dogan, bilêv kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek sûcên mirovahiyê hatine kirin û got: "Kesên li hemberî van sûcan bêdeng dimînin jî şirîkê vî sûcî ne."   Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 9'ê Cotmehê ve didomin. Civaknas Ayşe Tepe dogan, anî ziman ku êrîşên tên kirin piralî ne û ne rewa ne.    ‘LI HEMBERÎ DESTKEFTIYÊN KURDA YE'    Dogan, anî ziman ku divê mirov di bin çend sernavan de li ser operasyona hatiye destpêkirin hûr bibe û got: "Ewilî; kî îktîdar be, gava mesele kurd bin bi tu awayî destekeftiyên wan tehemul nake. Heta ji destê wan tê van destekftiyan asteng dikin. Sedema sereke ya vê operasyonê jî ev e." Dogan, ji bo sedema duduyan jî ew e ku Tirkiye dixwaze li herêmê di warê alema îslamê de bibe xwedî pozîsyoneke sereke û sedema sisêyan jî meseleya penaberên Sûriyeyê ye.    ‘MIROV BÊNEFES TÊN HIŞTIN'    Dogan ku bibîr xist "her şer di heman demê de koçberî ye", got: "Li ber gelê herêmê ji xeynî koçberiyê tu çare nehiştin. Lê tiştek heye divê neyê jibîrkirin; travmaya piştî koçberiyê rû dide. Koçberiya mirovan ji hêlekê ve bênefes hiştina mirova ye. Di warê aborî, covakî û derûnî de rûxandineke mezin e."    ‘ARMANC GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ YE'    Dogan, bal kişand ser daxuyaniyên ku Tirkiye dixwaze penaberên sûriyeyî li cihên ku dixwaze vala bike bi cih bike û got: "Gava 4 milyon penaberên sûriyeyî yên koçber bûne li van deveran bên bicihkirin, wê nifûsa van deran bigihê nifûsa dewleteke biçûk a Ewropayê. A girîng ne li şûna kurdan ereb, li şûna ereban kurd bên bicihkirin. A girîng ew e ku wê ev jîngeh di pêşerojê de çawa û bi çi rengî bên bikaranîn. Yanî mirov dikare bibêje armanca vê operasyonê ew e ku demografiya herêmê bê guherandin."    ‘BÊDENGÎ ŞIRÎKANTÎ YE'    Her wiha Dogan, destnîşan kir ku bi vê operasyonê re gelek sûcên li hemberî mirovahiyê jî tên kirin û got, kesên li hemberî van sûcan xwe li bêdengiyê deyne, ew jî dibin şirîkê vî sûcî. Dogan, anî ziman ku bi operasyonê re îtifaqa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî perçe bûye û got, bloka demokrasiyê ya di dema hilbijartina rêveberî de çê bû kurdan bi tenê hiştiye.    Her wiha Dogan, destnîşan kir ku destekkirina vê operasyonê wê baweriya ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir bike.    MA / Naci Kaya