Mazlûm Ebdî: Agirbest ji bo Serêkaniyê û Girê Spî ye, em jî qebûl dikin 2019-10-17 22:59:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, ragihand ku agirbesta hatiye çêkirin ji bo Serêkaniyê û Girê Spî ye û got: "Ev agirbest di encama berxwedana şervanên me de pêk hatiye. Em jî vê agirbestê qebûl dikin."   Piştî Cîgirê Serokê DYA'yê Mîke Pence û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li hev civiyan, hat ragihandin ku Tirkiye û DYA ji bo êrîşên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di warê agirbestê de li hev kirine. Piştî vê Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî ragihand ku agirbest di encama berxwedana şervanên wan de pêk hatiye û got, ew jî vê agirbestê qebûl dikin.   Ebdî ku beşdarî Ronahî TV'yê bû, ji bo agirbestê got: "Divê gelê me bizanibe ku ev agirbesta hatiye çêkirin ji bo Serêkaniyê û Girê Spî ye. Li vira bi sedan sivîl hatin kuştin, bi hezaran mirov koçber bûn. Em jî vê agirbestê qebûl dikin. Ji bo ev agirbest bigihê encamekê em QSD, ji destê me çi bê em ê bikin. Berpirsiyarê vê agirbestê û berpirsiyarê pêkanîna wê DYA ye. Divê gelê me vegere cih û warên xwe. Divê armancên hêzên dagirker pêk neyê. Ji bo herêmên din tu hevdîtin çê nebûne. Hêzên me hîn jî li cihên xwe ne."    Ebdî, destnîşan kir ku ev agirbest di encama berxwedana QSD û gel de pêk hatiye û got: "Ev agirbest di encama berxwedan şervanên me yî kurd, ereb û suryanî de pêk hatiye. Her wiha encama têkoşîna hemû gelên têkoşiyan û dewletên destek dan gelê me. Em malavayiya hemû hevalên xwe yên li Serêkaniyê li ber xwe didin û hevalên ku ji bo êrîşên Tirkiyeyê bên rawestandin piştgirî dan me dikin."