Malbata şîna zarokên xwe yên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan danîn 2019-10-17 20:19:28   AMED – Li Amedê, malbatan ji bo zarokên xwe yên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan şîn danîn.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di roja 9’an de didomin. Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) navê 12 şervanên xwe yên ku di 11’ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kirin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan Eral Demîroglû, Zeynel Olmez û Barzan Delîdere ji Amedê ne. Malbatên her sê kesên jiyana xwe ji dest dan şîn danîn.   Malbata Eral Demîroglû, şîna xwe li Mala Şînê Gundê Demîrtaş yê navçeya Çêrmûgê, malbata Zeynel Olmez şîna xwe li Mala Şînê ya Cimika ya navçeya Rezan û malbata Barzan Delîdere jî şîna xwe li Mala Şînê ya Taxa Karahan a Licê danî.