Foza Yûsif: Divê gelê me îşev li ser piyan be 2019-10-17 19:33:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif, destnîşan kir ku beriya rayedarên DYE’yê li Enqerê bicivin, Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê dê îşev bi hemû hêza xwe ve êrîş bikin. Foza ji gel xwest ku îşev li ser piyan bin û ranezên.      Endam Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif a tevlî bernameya ‘Aktûel’ a Jin Tv ku Aysel Avesta pêşkêş dikir bû, li ser êrîşên dawî agahî da. Yûsif bang li gelê Kurd ku hê zêdetir xwedî li berxwedanê derkevin. Yûsif destnîşan kir ku piştî êrîşên Tirkiyeyê yên bi taybet li Serêkaniyê û Girê Spî dijwar bûn ji duh ve li Minbic û Kobanê şer destpê kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk xwe amadekiribû ku di demekî kin de encam bigire, serketinên xwe yên leşkerî nîşanî raya giştî ya cîhanê bide. Ev roja 8’an jî derbas bû dewleta Tirk û çeteyên wê nekarî bi pêş ve biçe. Leşker û çete li ber belavbûnê ne, gelek ji wan eniyên xwe dihêlin û direvin."    ‘TIRKIYE JI BO ENCAM BIGIRE DÊ HER TIŞTÎ BIKE   Yûsif anî ziman ku raya giştî ya navneteweyî zextên xwe zêde kirine û heyeta DYE’yê li Enqereyê û li Moskovayê jî hevdîtin bên kirin û got: “Ji beriya van hevdîtinan bi awayekî bi lez ji bo encam bigirin û bi binpêkirinên hiqûqa navneteweyî tişta ji destê bê wê bike. Bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de her cûre sûcê şer dike. Dê îşev berxwedaneke dîrokî bê raberkirin. Tê dîtin ku bi taybet li eniya Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker wê hemû hêza xwe bikar bîne ku heta sibe encam bigire. Ji bo vê jî wê hemû rêbazên xwe yên qirêj bikar bîne. Em bang li hemû Kurdistanî û mirovahiyê dikin ku li dijî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk dakevin qadan."    Yûsif destnîşan kir ku bi pêvajoyeke awarte û xeter re rû bi rû ne û got: ”Divê hemû gelê me li ser piyan be. Çawa ku şervanên me yên leheng 8 roj in nerazane, destê wan li ser tetîkê destanên lehengiyê dinivsînin, divê îşev tu kes nerazê û li ser piyan be. Divê gelê me li pêşiya hemû sefaretxaneyên Ewropa, Emerîka, dîsa li pêşiya sefaretxaneyên li Rojhilata Navîn û pêşiya avahiya NY’yê xwepêşandanên protestoyî bikin. Pêwîstiya şervanên me bi desteka gel heye, divê em wan tenê nehêlin.  Yên Hevrîn înfazkirin, dixwazin azadiya jinê û sîstama avakirî tine bikin. Ji bo vê divê gelê me êrîşan cidî bigirin dest, saziyên mîna Xaca Sor û doxtorên sînor nenas bikevin tevgerê. Erdogan ji bo armancên xwe her cûre sûcê şer dike. Roj roja yekîtiya jinê ye. Divê her kes xwedî li azadî û wijdana xwe derkeve. Wê ev berxwedan rê li ber serketinên mezin vekin. Ji bo wê divê em bi yek helwest û yek dengî xwedî li berxwedanê derkevin. Berxwedana me xwedî wê hêzê ye ku her cûre faşîzmê û her rengê DAÎŞ’ê têk bibe. Çawa ku me DAÎŞ têk bir, em ê Erdogan û çeteyên wî yên ku ji nû ve dixwazin DAÎŞ’ê zindî bikin jî têk bibin. Nerazîbûnên heta niha derketîn baş in, spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Lê divê em vê hê mezintir bikin.”