Jinên ji Silêmaniyê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin 2019-10-17 19:15:23   SILÊMANÎ - Bi sedan jinên endam û rêveberên saziyên jinan ên li bajarê Silêmaniyê, bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, dimeşin û bertekên xwe anîn ziman.    Bi sedan jinên di nava wan de rêveber û endamên rêxistinên jinan ên Tevgera Goran, YNK, jinên Rojhilatê Kurdistan, Tevgera Azad û kesayetên jin jî hene, li ber Baxê Giştî kom bûn. Jin piştre ji vir heta ber Deriyê Sera yê li bazara Silêmaniyê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yeke yeke yeke gelê Kurd yeke” berz kirin. Di meşê de wêneyên kesên 9 rojin li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan vekirin.  Piştî meş giha ber Deriyê Sera, li vê derê beyanameyek hate xwendin û têde êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgiriya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re hat dubarekirin. Jinan diyar kirin ku êrîşa li ser Rojava di heman demê de êrîşeke li ser tevayî Kurdistan û jinên cîhanê.