QSD'ê dest dan ser nasnameyên leşkeran 2019-10-17 17:56:20   GIRÊ SPÎ - Li Girê Spî, hêzên QSD'ê dest dan ser nasname, çente û gelek cenazeyên leşkerên TSK'ê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS).    Li Girê Spî, hêzên QSD'ê 9 roj in bersiva êrîşan dide. Di navbera QSD'ê û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de li xeta Eyn Îsayê şerekî giran diqewime. Hat hînbûn ku li qadên şer şervanên QSD'ê dest dane ser nasname, ewraqên fermî û çenteyên leşkerên TSK û ANS'ê.   Hat diyarkirin ku ANS'ê gelek cenazeyên leşkerên xwe hêlane û reviyane.    MA / Nazim Daştan