Hat angaştin ku li Licê eskeran di serdegirtina malê de kesek înfaz kirine 2019-10-17 17:08:28   AMED - Eskeran li gundê Şêxan ê Liceyê bi ser malekê de girt. Hat angaştin  ku kesek înfaz kirine.    Li gundê Şêxan ê navçeya Licê ya Amedê, eskeran bi ser malekê de girt û hat angaştin  ku Bayram Ekîncî (29) înfaz kirine. Li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatin wergirtin, Ekîncî ji ber dozeke edlî beriya niha hatiye girtin û bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û bi hinceta ku neçûye qereqolê îmze navêtiye, leşkeran şeva borî bi maşîneyên zirxî bi sera mala wî de girtiye. Hat diyarkirin ku Ekîncî dema serdegirtinê bi tena serê xwe li malê bûye û dema ku dorpêça li derdora mala xwe dîtiye xwestiye bireve, ji aliyê maşîneya zirvî ve gule lê hatine reşandin. Gundiya got ku Ekîncî 50 metre dûrî mala xwe hatiye kuştin û dema kuştinê leşkeran gotiye ku wan 'terorîstek' kuştine.   Cenazeyê Ekîncî îro piştî otopsiya ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, li navenda navçeya Licê li kêla dayik û bavê wî hat veşartin.