Partiya Şoreşger: Em ji hemû piştgirên şer re bibêjin na 2019-10-17 16:49:25   ENQERE - Partiya Şoreşger, bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên xwe ya ji ber parvekirinên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.    Rêxistina Bajar a Partiya Şoreşger a Enqereyê, têkildarî binçavkirina endam û rêveberên xwe ya ji ber parvekirinên têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke çapameniya li dar xist. Di civînê de pankarta "Em ê li hemberî komployên we yên siyasî çok daynenin" hat daleqandin. Parlamenterên HDP'ê û rêveberên ESP'ê jî tevlî civînê bûn. Li ser navê partiyê rêveberê partiyê Selîm Dogan Koç axivî û bertek nîşanî binçavkirina endamên partiya xwe da û dijberiya partiya xwe ya li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi van gotinan anî ziman: "Werin em tev bi hev re ji hemû piştgirên şer re bibêjin na."