Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû 2017-12-02 12:45:01 ENQERE - Rêziknameya erka merhbirînê dide miftiyan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Dê ji vir û şûn de miftî karibin bi fermî mehrê bibirin.   Qanûna Erka Nifusê piştî di 18’ê Cotmehê di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat erêkirin, ji Serokomar re  hat şandin û  di 3’yê Mijdarê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Qanûn “Erka merbirînê ya miftîtiyê”di raya giştî de pir hatibû nîqaşkirin û bi rojan rêxistinên jinan bertek nîşanî qanûnê dabûn.    Li gorî guhertinên di rêziknameya merhbirînê ya îro di Rojnameya Fermê de hat weşandin, Wezareta Karê Hûndir dê personelên erka merhbirînê dide miftiyan ên navçe û bajaran diyar  bike.    Xalên hatin  guhertin ên di Rojnameya Fermîde hatin gohertin wiha ne:    XAL 1: "Wezaretê; Midûrên welatîbûn û nifusê yên bajêr, midûrên nifus û midûrên navçe û bajaran, dikare erka marhbirînê bide nûnerên derve yên girêdayî mijarê.    XAL 2: "Wezaret dê personelên erka memurtiyê ya marhbirînê dide miftîyên navçe û bajaran diyar bike."