Xelkê Helebce: Çarenivîsa dewleta Erdogan û Baas wê yek be 2019-10-17 15:57:08 HELEBCE - Gelê Helebce li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û diyar kirin ku dê çarenivîsa dewleta Erdogan û Baas weke hev be. Gelê Helepçe wiha gotin; "Çawa êrîşên Baas bi ser neketin, wê dewleta Tirk jî serkeve." Li Baxê Giştî yê Helebceyê bi amadebûna Waliyê Helebce û cîgirên wî, mela, karmend û xwendekaran li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de Waliyê Helebce Azad Tufîq axivî û got; "Em weke Helebce xwedî 5 hezar şehîd in. Em dengê xwe digihîn Rojavayê Kurdistanê. Daxwazê ji aliyê siyasî û hemû kesê dikin ku li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê yek deng û yek helwest bin."   Tufîq, bang li Tirkiyeyê kir ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bike û dest ji şer û bombebaranê berde û wiha axivî: "Şer, top û tankên Baas'ê Kurd netirsand, top û tankên dewleta Tirk jî me natirsîne. Weke çawa hizba Baas serneket, dewleta Tirk ji sernakeve."