Dema binçavkirina 24 siyasetmedaran carek din hat dirêjkirin 2019-10-17 15:39:39   MÊRDÎN – Dema 24 siyasetmedarên kurd ên li Mêrdînê hefteyeke di binçavan de ne heftiyek din jî hat dirêjkirin. Hat zanîn ku Hevşaredarên Nisêbînê sewqî edliyê kirine.    Piştî êrîşên Tirkiyê li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkirin di 10 û 11’ê cotmehê de li Mêrdîn û navçeyên wê 24 siyasetmedar û welatî hatibûn binçavkirin. Siyasetmedar û welatiyên bi hêncetên parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin, hefteyeke li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin. Siyasetmedar û welatî bi îdiayên “Gel arasteyî kîn û dijminiyê kirine” û “Propaganda rêxistinê kirine” tên sûcdarkirin.    Hat zanîn ku hêj îfadeyên li emniyetê yên welatî û siyasetmedaran nehatine girtin û dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin.   Li aliyê din Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nêrgîz û Ferhat Kut û endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan ê du roj berê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan li emniyetê hatin girtin sewqî Dadgeha Mêrdînê hatin kirin.