‘Daxwaza aştiyê maf e' 2019-10-17 15:37:10   ÎZMÎR – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê têkildarî êrîşe Tirkiyeyê ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku AKP, welat dixe nava hilweşîn û êşê û bi darê hiqûqê gefan dixwin. Platformê destnîşan kir ku daxwaza aştiyê mafekî rewa ye û xwest ev yek bê parastin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê li Baroya Îzmirê kom bûn û civîna çapmeniyê li dar xistin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê platformê Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajarê Îzmirê ya (TMMOB) Melih Yalçin daxuyanî xwend. Yalçın, ani ziman ku îktîdara AKP'ê krîza aborî ku civak ketiye nav ji bo xwe talûke dibîne û wiha got: "Bi zimanê nifrînê civakê perçe dike û civakê tîne hemberî hev. Tirkiye bi operasyona eskerî ya li dijî Sûriyeyê welat bêtir xist nava tariyê. Welat dixe nava hilweşîn û êşê û bi darê hiqûqê gefan dixwin. Daxwaza aştiyê mafekî rewa ye û xwest ev yek bê parastin."