Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike 2017-12-02 12:28:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, têkildarî hilbijartina duh li 3 herêman pêk hat axivî û wiha got: "Hilbijartin dê bibin riya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û aloziya tevahiya Rojhilata Navîn.” Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif,  der barê birêveçûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Foza Yûsif di destpêka gotinên xwe de hilbijartinên rêveberiya herêmî yên bakurê Sûriyeyê Ii tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Me îro li Bakurê Sûriyeyê bi gelê xwe re rojeke dîrokî jiyan kir. Gel bi van hilbijartinan dengê xwe bi vîna xwe da.” Yûsif serkeftina hilbijartinan li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê yên Ereb, Suryan, Çaçan, Kurd û hwd. pîroz kir.   'HILBIJARTIN TÊ BIBE ÇARESERIYA ALOZIYA ROJHILATA NAVÎN'    Foza Yûsif, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hilbijartin baş derbas bibe û di aliyê ewlekariyê de tu pirsgirêk dernekevin hêzên ewlekariyê erka xwe bi cih anîn û keda wan vala naçû û wiha axivî: "Ked û tevlîbûna mamosteyan ku li ser sindoqan sekinîn girîng e. Mamosteyan bi wijdan karê xwe dan meşandin û bi saya wan hilbijartin bi awayekî azad û demokratîk birêve çûn. Em dîsa spasiyên xwe ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ku ev çend meh li ser hev dixebitin re dikin. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Bakurê Sûriyeyê di pêvajoyeke hesas de çêbûn. Gelek hewldan hene ku aloziya Sûriyeyê tê re derbas dibe, were çareserkirin. Em jî weke gelê Bakurê Sûriyeyê hewl didin bi riya hilbijartinan û bi vîna gel demokrasiyê li Sûriyeyê çêbikin. Em dixwazin ji salên şoreşa Sûriyeyê ku derbas bûn, re bibin bersiv. Em bi hêvî ne ku ev hilbijartin bibin destpêka çareserkirina aloziya Sûriyeyê û ji bo hemû pêkhateyên gelên Sûriyeyê bibe çareseriyeke demokratîk. Em careke dîtir dibêjin ku ev hilbijartin dê bibin riya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û aloziya tevahiya Rojhilata Navîn”.   Yûsif, herî dawî  kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn jî bibîr anî û wiha got: “Em di vê roja dîrokî de cangoriyên xwe bi bîr tînin. Bi saya wan em gihîştin van deskeftiyan û soza xwe ya şopandina riya wan nû dikin. Serkeftin wê ya gelên demokratîk be."