Êrîşên li dijî Serêkaniyê li TÎGEM’ê tên kordînekirin 2019-10-17 13:26:51   RIHA – Êrîşên li dijî Serêkaniyê li TÎGEM’ê tên kordînekirin. Hezar û 500 endamên MSO, 35 tank û bi dehan maşîneyên zirxî li eraziyên TÎGEM’ê hatin bicihkirin.    Êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 9’emîn de berdewam dikin. Hat zanîn ku êrîşên li dijî bajarê Serêkaniyê ya binxetê li Miduriyeta Giştî ya Xebatxaneya Çandiniyê (TÎGEM) tên kordînekirin. Her wiha hat ragihandin ku îro gelek eskerên tirk û hezar û 500 endamên Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO), 35 tank, bi dehan maşîneyên zirxî û gelek pîkabên doçka lê barkirî li eraziyên TÎGEM’ê hatin bicihkirin.    Hat diyarkirin ku derbasbûna nav Serêkaniyê di eraziyên TÎGEM’ê de pêk tê.   Li aliyê din li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tevgera wesayîtên cenazeyan berdewam dike.