Riha veguherî qada eskerî 2019-10-17 13:01:16 RIHA - Riha ku wekî qada pişt a şer e, veguherî qada eskerî, li ser rêyan tang, ambulans û hêzên çekdar ên paramiliter hatin bicih kirin. Dîsa gelek nokteyên lêgerînê hatin avakirin.  Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tang, top, balafirên şer di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 9'an de berdewam dike. Piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, Riha ku wekî qada pişt a şer e, bûye qada eskerî. Li ser rêyên Riha û navçeyên wê, sevkîyata tank, obus, maşîneyên zirxî, lojistik û ya eskerî didome û her diçe zêde dibe. Ambulansên ji bajarên derve anîn Rihayê bê navber birîndar û cenazeyan dibin û tînin.     SERÊKANIYÊ   Cihê herî zêde şer bi dijwarî lê didome, navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Navçeya Serêkaniyê bûye wekî bajarê xerabe û wêran. Navçeya Serêkaniyê li welatiyên sivîlan hat girtin. Kesên derve diçin Serêkaniyê di kontrola akreditasyon û qeydên Kutukê re derbas dibin. Zeviyên Cotmeha TîGEM'ê bûye qada hêzêm paramîlîter ên "Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO)". Komên "MSO" bi hêsanî li kolanên navçeya Serêkaniyê digerin. Komên "MSO" di navçeya Serêkaniyê re derbasî binxetê dibin û êrîş dikin.    DÎWARAN DATÎNIN   Ketin û derketina navçeya Serêkaniyê di bin kontrola eskeriyê de ye. Destûr nadin ku kesên biyanî têkevin taxên nêzî navçeyê. Sewqîyata eskerî ya navçeyê didome. Dîwarên li ser sînor ên di roja ewil de rakirin, ji nûve datînin.    KANIYA XEZALAN (AKÇAKALE)    Yek ji navendên şer jî navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ku herî zêde ereb lê dijîn e. Li navçeyê rewşa awarte hatiye avakirin û ketin û derketin di kontrola eskeran de pêk tê. Nokteyên lêgerînê bi kîlometreyan dûrî navçeyê hatine avakirin. Hemû kesên diçin Navçeya Kaniya Xezalan di lêgerinê re derbas dibin. Li navçeya Kaniya Xezalan ku li hemberî herêma Girê Spî ye endamên "MSO" li wir tûra davêjin. Sewqîyata eskerî didome.    WÊRANŞAR    Li navçeya Wêranşarê ku 50 kîlometre dûrî sînor e jî, tevgera ambulansan pir zêde ye. Ambulans bê navber ji navçeya Serêkaniyê cenaze û birîndaran tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê. Hêjmarek pir zêde ambuland ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê anîn li baxçeyê Mala Mamosteyan a Wêranşarê dane dawestandin û birîndaran dibin û tînin. Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê ji sivîlan re hatiye girtin. Polîsên hêzên çevîk li pêş beşa lezgîn nobetê digirin."   SEWQÎYATA ESKERÎ DIDOME   Sewqiyata eskerî ya navçeya Serêkaniyê bê navber didome. Di nava rojê de 10 otobusên mezin endamên "MSO" ji derve anîn û birin Serêkaniyê. Dîsa cerdevanên gundên Wêranşar û Sîweregê kom dikin û wan dibin eniya şer.    BÎRECÎK    Li navçeya Bîrecikê jî rewşek awarte hatiye avakirin. Li vir jî liv û tevgera eskerî pir zêde ye. 12 gundên ser sînor ê Bîrecîkê bi temamî hatin valakirin . Gundê Aşme û gundên din ên Kobanê e bê navber topbaran dikin. Hêzên QSD'ê jî li dijî topbaranan bersîv didin û li qereqolên TSK'ê dixin.   PIRSÛS    Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî tevgera polîs û eskeran pir zêde ye. Rojnamegerên akrediteya wan tune be nikarin têkevin navçeya Pirsûsê. Dîsa destûr nadin kes biçin gundên ser sînor. 29 gundên Pirsûsê yên li ser sînor bi gefên valakirinê re rû bi rû nen.    NAVENDA RIHAYÊ   Navenda Rihayê jî bûye navenda birîndar û cenazeyan. Bê navber bi ambulansan birindaran tînin Nexweşxaneyên Mehmet Akif Înan û Nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Rihayê. Beşên nexweşxaneyan ên ji esker û tîmên taybet re hatin veqedandin destûr nadin kesên din biçin wir. Dîsa destûr nadin kes biçin beşa morgê jî. Ji roja ewil de tevgera ambulansan a çûn û hatina nexweşxaneyan pir zêde ye.