Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Bi vî şerî re mirovahî dimire 2019-10-17 12:52:51 AMED - Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Bi vî şerî re  mirovahî dimire, hiqûqa navneteweyî tê tunekirin, demokrasi bi lez wenda dibe û şer ji qonaxa sûcê dijî mirovatiyê wedatir dibe. Qanûna dirûtî talan dike." Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat, diyar kirin ku jin hem bûne şahîdê komkujiyan û êrîşan û hem jî bûne hedefa êrîşan.    'EM HEWL DIDIN BI HEMÛ GELAN RE WEKHEV BIJÎN'   Platformê di daxuyaniyê de bal kişand ser berpirsiyartiya civakî ya jinan û wiha got: "Heta îro ti cudahî di navbera ji cih û war kirin û dicih de rûxandinê de çênebû. Ya yekem ku hat gişaftin û hat qirkirin jin û zarokên kurd bûn. Îro em jinên kurd qebûl nakin ku werin rûxandin û werin jiciwarkirin. Berpirsiyariya me ya civakî ev e ku kurd  nekeve nav camekanên muzexanê etnografiyê. Em li berxwebidin ku dîrok li ser me dubare nebe. Em hewl didin ku bi hemû gelan re azad û wekhev bijîn."    'EV ŞER LI DIJÎ MIROVAHIYÊ VEDIGUHERE SÛC'    Jinan di daxuyaniyê de êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin û wiha rêz kir: "Di van rojan de hemû rêbazên herî hov ên şer li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rejîma Komara Tirkiyeyê pêktîne. Ev şer beravajî qanûnên navnetewî, yên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa, Yekîtî ya Ewrûpa (NY), şertê xweseriyê, Kyoto, Ottowa, Protokola Gerdunî ya mafên jinan, zarokan, baweriyan, gelan, xwazayê, qanûnên şer ên Cenevreyê ye. Bi vî şerî re  mirovahî dimire, hiqûqa navneteweyî tê tunekirin, demokrasi bi lez wenda dibe û şer ji qonaxa sûcê dijî mirovatiyê wedatir dibe. Qanûna dirûtî talan dike."   BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR    Platformê bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bang li hemû sazî û dezgehên navxweyî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û bangî gelê kurd jî dikin ku bibin yek. Em carek din dubare dikin ku em amade ne div ê mijarê de bibin navbeynkar."