Di doza Medenî Yildirim de tu pêşketin tune ye 2019-10-17 12:17:48   AMED - Di doza Medenî Yildirim ê di şermezarkirina qereqola Lîcê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin de, tu pêşketin tune ye.  Dadgeha   2019’un başındaki talepleri yerine getirilmeyen mahkeme, yeniden aynı talepler için müzekkere yazılmasına karar verdi.   Li gundê Hêzan a navçeya Lîcê ya Amedê, di 28’ê Hezîran 2013’an de, Medenî Yildirim di şermezarkirina çêkirina qereqol û kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û darizandina leşker Adem Çîftçî berdewam dike. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hat dîtin. Bersûc Adem Çîftçî yê ne girtî beşdarî danişînê nebû. Parêzerên malbata Yildirim Reyhan Yalçindag, Serdar Çelebî û Sidar Avşar, dayika Yildirim Fahriye Yildirim û xizmên wî tevlî danişînê bûn. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Salîha  Aydenîz danişîn şopandin.   AQÛBETA SERLÊDANA SÛC HAT PIRSÎN     Parêzer Reyhan Aylçindag di danişînê de parastin kir û wiha got: “Me derbarê du fermanderên qereqolê de serlêdana sûc kiribû. Dadgehê ji bo pirsîna aqûbeta serlêdana sûc biryar da bû. Lê ligel vê yekê jî heya niha aqûbeta vê serlêdana sûc nayê zanîn.”    ‘RAPOR AMADE NEKIRIN’   Yalçindag, da zanîn ku dadgehê di 16’ê Gulanê de, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapor xwesti bû, lê ev rapor jî nehat amadekirin û bal kişand ser dosyayên ku dem bi ser wan re derbas bûye.    ‘QESTA CANÊ WÎ KIRIN’   Yalçindag, da zanîn ku di bûyera mijara gotinê de, qesta canê wî hatiye kirin.    ‘DIVÊ FERMANDAR BÊN DARIZANDIN’   Yalçindag, dest nîşan kir ku bersûc Adem Çîftçî bi tena serê xwe bûyer pêk ne aniye û wiha bilêv kir: “Bi fermana fermandaran ev bûyer pêk hatiye. Ji ber vê fermandarên ku ferman dane divê bên darizandin.”   Yalçindag, xwest ku aqûbeta lêpirsîna sûc a derbarê 2 fermandarên qereqolê de hatibûn kirin bê pirsin  û rapora ku divê ATK amede bike, ji dadgehê re tavilê bê şandin.    Şandeya dagehê her du daxwazên Yalçindag qebûl kir û danişîn taloq kir.