Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan 2017-12-02 12:15:13 COLEMÊRG – Osman Arslan ê 70 salî ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” li Geverê hatibû binçavkirin hat berdan.  Li gundê Sorê yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê di 30’ê mijdarê de Osman Arslan ê 70 salî di serdegirtina malê de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin û ew biribûn Fermandariya Leşkeran a Navçeyê. Piştî girtina îfadeyan Arslan hat berdan.    Hat zanîn ku Arslan ê nexweşê dil li ser gilîkirinê hatiye binçavkirin û mehek berî niha emeliyat bûye û 5 damarên dilê wî hatine guhertin.    Di serdegirtina mala Arslan de leşkeran alavên malê belav kiribûn û kîsê arvanê wan jî rijandibûn erdê.