Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin 2017-12-02 12:05:12 AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê ku derbarê wê de 10 fezlekeyên nû hatiye amadekirin Feleknas Uca, anî ziman ku tewahiya jiyana wan bûye fezleke û wiha got: “Ji bo wekîlên HDP’ê dozgerek taybet hatiye amadekirin.”  Li meclîsê di 20’ê Gulanê de rakirina destnedayîna parlamenteran hat qebûlkirin. Piştî vê yekê li dijî parlementerên HDP’ê fezleke li ser fezlekeyê hat amadekirin. Beriya rakirina destnedayîna parlamenteran Serokê AKP’ê Erdogan gotibû “Bişênin dadê, bila hesabê bidin” û gef li wekilên HDP'ê  xwaribûn. Piştî fermana Erdogan li dijî parlamenterên HDP’ê bi sedan fezleke hatin amadekirin. Di navbera salên 2007 û 2015’an de 182 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hebûn. Lê piştî daxuyaniya Erdogan fezleke gihişt 328’an. Herî dawî derbarê 55 parlamenterên HDP’ê de 510 fezleke hatibûn amadekirin. Demên dawî de lêpirsînên derbarê parlamenteran de hatin vekirin ji aliyê dozgeran ve şandin meclîsê û ev jî vegeriya fezlekeyan. Meclîsê di 28’ê Mijdarê de derbarê 124 parlamenteran de lêpirsîn dan destpêkirin û ji van 64 lêpirsîn li parlamenterên HDPê û 46 lêpirsîn jî li parlamenterên CHP’ê hatin vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Bîtlîsê Mahmut Celalet Gaydali ku heta niha navê wî di nava lêpirsînê de tune bû ew jî ket nava lêpirsînan.    HER GAVA UCA BÛ FEZLEKE   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, di carekê de 10 fezleke der barê wê de hatin amadekirin. Parvekerinên medyaya civakî, axaftina derbarê nirxandina encamên referandûma 16’ê Nîsanê, roportaja Sterk Tv, piştgirî dayîna çalakiya Dayikên Aştiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, axaftina mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, axaftina 2’ê Nîsanê vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê, axaftina cîvîna KJA’yê ya “Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim” yên Uca hemû bûn sedema fezlekeyan. Heger ku ji ber fezlekeyan destnedayîna Uca bê rakirin, ji “Endamê rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê kirinê”, “Li ser navê rêxistinê tevgerîn” û “Li dijî kanûna civîn, çalakî û meşê derketin” dê were darizandin.   ‘LI MECLÎSÊ ÊRÎŞ LI KOLANÊ FEZLEKE’   Parlamenter Uca li ser fezlekeyên derbarê wê de hatin amadekirin axivî û anî ziman ku hikûmeta AKP’ê bi rakirina destnedayîna parlamenteran konsepta HDP’ê ji meclîsê derxistinê daye destpêkirin û got ku pêvajoya darbeyê li hemberî HDP’ê tê meşandin. Uca diyar kir hemû jiyana wî bûye sedema fezlekeyan û wiha axivî: “Ji bo Ajansa Nûçeyan a Jin’ê (JINHA) rojek bûm nûçegijanê dildar, ev jî bû fezleke. Hemû jiyana min kirine fezleke. Ev skandalekê ji derveyê rêzê ye, li meclîsê rastê êrîşên wan tên, li kolanê rastê fezlekeyên wan tên.”   ‘JI BO PARLAMENTERÊN HDP’Ê DOZGEREK TAYBET HATIYE AMADEKIRIN’   Uca bibîrxist ku 9 parlamenterên HDP’ê girtî ne û 5 parlamenterên HDP’ê ji parlamenteriyê hatiye xistin û wiha berdewam kir: “Dixwazin bi fezlekeyan me ji derveyê meclîsê bihêlin. HDP vîna 6 mîlyonan e. Em ê beşdarê şînê jî, çalakiyan jî bibin. Bi gelê xwe re li hember zilmê tebikoşin. Derbarê diziyan de fezleke amade nakin, her gavê em bi gelê xwe diavêjin dibe fezleke. Ev jî nîşan dide ku ji bo parlamenterên HDP’ê dozgerek taybet hatiye amadekirin û ev dozger vê karê tenê dike. Rewşek trajîkomîk e.”    ‘EV JÎ DÊ BÊN DARIZANDIN’   Uca da zanîn ew Êzdiî ye û roja 8’ê Adarê derbarê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî gelê Êzîdî û Şengalê axiviye û ev tişt got: “Tewahiya cîhanê diziyên Tirkiyê diaxive, lê derbarê dizan de yek lêpirsîn nayê vekirin. Ez nikarim li ser zilma hemberî gelê xwe bêdeng bimînim. Yên ku derbarê me de lêpirsîn vedikin bila baş bizanin, çawa yên derbarê parlamenterên me yên girtî de lêpirsîn vekirin û îro girtî ne, yên derbarê me de vedikin jî dê rojek bên darizandin.”   MA / Ozgur Paksoy - Devran Toptaş