Bi hezaran gelê Silêmanî ji bo Serêkaniyê daket qadan 2019-10-17 11:25:05 SILÊMANÎ - Bi hezaran welatiyên Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Serêkaniyê daket qadan.   Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tang, top, balafirên şer di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 9'an de berdewam dike. Şer li Serêkaniyê bi giranî didome. Bertek û nerazibûnên li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser herêmê di qada navdewletî de zêde dibe. Duh di saetên êvarê de piştî Tirkiyeyê bi çekên qedexekirî li dijî xelkê sivîl û şervanên QSD’ê yên di hindirê Serêkaniyê de bikar anî, li Silêmanî banga lezgîn li gel hat kirin. Li ser vê yekê Gelê Silêmaniyê daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Piştî vê banga lezgîn di demek kurt de bi sedan welati li Silêmanî daketin qadan û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava, Erdoganê dagirker, gelê Kurd warê xwe naberde” qêriyan û di nava cadeyên Silêmanî de meşiyan.