Corbyn: Pêwiste NY li dijî dagirkirina Rojava têkeve tevgerê 2019-10-17 10:04:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya Karker a Îngilistanê Jeremy Corbyn xwest, Tirkiye bi lez hêza xwe ji Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî dagirkeriyê bikeve nava tevgerê. Serokê Giştî yê Partiya Karker a Îngilistanê Jeremy Corbyn, bi tundî li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket û xwest Tirkiye hêza xwe vekişîne. Corbyn, diyar kir ku ya dewleta Tirk dike 'dagirkerî' ye û got: "Yê ku rê da vê dagirkeriyê DYE ye. Rewş tirsnake. Divê hêzên biyanî hemû xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Lê belê dema ku ev hate kirin divê mafên Kurdan bên prastin." Corbyn destnîşan kir ku ji Şerê Dinyayê yê Yekemîn û vir ve Kurd li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê dibin hedefa kiryarên neyînî û wiha axivî: "Diyarkirina mafê çarenûsa xwe jî di nav de divê hemû mafên Kurdan bên naskirin. Divê Tirkiye vê dagirkeriya tirsnak rawestîne. Ji bo vê jî divê li asta Neteweyên Yekbûyî her tiştên pêwîst bên kirin. Divê ev hewldana dagirkeriyê bi dawî bibe û Tirkiye hêzên xwe hemûyan vekişîne."