'Kevokên me jî çûn, lê em ê neçin' 2019-10-17 09:14:46 MÊRDÎN - Şêniyên Taxa Kişlayê ya Nisêbînê ku li ser sînor e, bilêv kirin ku piştî qedexeyên derketina derve yên li bajêr li şûna avahiyên xwe avahiyên nû çê kirin, lê belê berî avahiyên wan bên temamkirin bi şerekî din re rû bi rû mane. Welatiyan, got: "Kevokên me jî çûn. Lê em ê neçin."  Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deverên ku tesîr ji êrîşan girt yek jê jî Nisêbîan Mêrdînê ye. Şêniyên Taxa Kişlayê ku li ser sînor e, diyar dikin ku ew ê dev ji malên xwe û taxa xwe bernedin.    Şêniyên Taxa Kişlayê ku di dema qedexeyên derketina derve yên sê sal berê de hema bêje bi temamî hat rûxandin, piştî qedexeyênd erketina derve ji nû ve dest bi çêkirina avahiyên xwe kriibûn. Şêniyên taxê diyar kirin ku hîn avahiyên wan temam nebûne, bi şerekî nû re rû bi rû mane û gotin: "Ji ber dengê bombeyan kevokên me jî çûn, lê belê em ê neçin."    ‘EM NEÇÛN'    Yusra Demîr, diyar kir ku di dema qedexeyan de 8 mehan li sirgûnê mane. Demîr, destnîşan kir ku hîn çêkirina avahiyên wan ên di dema qedexeyan de hatibûn rûxandin temam nebûye, lê belê bi şerekî nû re rû bi rû mane. Demîr, got: "3 sal berê li vira qedexe hatin îlankirin û operasyon dest pê kirin. Em mecbûr mabûn derkevin. Em bi mehan li sirgûnê man. Paşê gava em vegeriyan, tenê dîwarên xaniyên me mabûn. Sê sal in em hewl didin li şûna xaniyên xwe yên kevin xaniyên nû çê bikin. Hîn me nû derdora xanî boyax kiribû. Sê rojên ewil ên şer ev der pir xirab bû. Ji ber dengê teqînan û bombeyan hema bêje xew bi çavên me nediket. Serê deqeyê bi dehan bombe di ser serê me re diçûn. Ji ber dengê çekan em dernediketin derve. Lê dîsa jî me dev ji xaniyên xwe berneda."    ‘KEVOKÊN ME JÎ TERIQÎN'   Demîr, bilêv kir ku ji ber dengê bombeyan kevokên wan teriqîne û got: "Roja ewil perçeyên şarepnelê li klîmaya me ketin. Klîma perçe perçe bû. Piraniya cînaran derketin çûn. Lê me got, heta em nemirin em naçin. Em naxwazin eks bimire. Em naxwazin xwîna kesî birije. Kevokên me hebûn. Û bi sedan çûkên me. Di dema qedexeyan de jî gelek jê miribûn. Lê niah jî ji ber engê bombeyan teriqîn. Ew çûn, lê em ê neçin. Vê carê neyteke me yî çûyînê qet tuneye."    Delal Tekîn jî got: "Em tu carî şer naxwazin. Çima vî tiştî tînin serê me? Mirov mirin, avahî hatin rûxandin. Ev kar bi xwînê û şer hel nabe. Kezeba dayikan şewitî. Ev çi şerekî pîs û dûrî aqila ye. Êdî bes e. Dev ji me berdin. Hûn doza çi li me dikin? Heyfa her tiştî ji me distîne. Em ji van deran naçin. Çi dibe bila bibe em ê li vira bin."    ‘EM DIZANIN ÇI DIBE'    Tekîn, bilêv kir ku heta niha ji wî aliyê sînor tu tişt neqewimîbû û got: "Lê belê niha bi dehan mirov mirin. Her kes tiştekî dibêje. Di dema operasyonan de ji sînor bêtir dengê bombeyan ji nav bajêr dihat. Dengê balafiran dihat. Em baş dizanin çi çî ye. Êdî bes e. Em dixwazin ev şer raweste."