Saziyên Civaka Sivîl ên Wanê: Vî şerî rawestînin 2019-10-17 09:13:04 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Bedrî Yamaç bal kişandin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotin, demildest divê şer bê rawestandin.  Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê û Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û ji bo dmeildest şer bê rawestandin bang kirin.    Yamaç, bilêv kir ku êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer e û got, ji xeynî şerekî xweparastinê tu şer ne rewa ye. Yamaç, anî ziman ku di nav hemû şeran de hêzên emperyalîst hene û armanca wan dagirkirina deverên cuda ye. Yamaç, got: "Şer ne bi kêrî gelên Tirkiyeyê ne jî bi kêrî gelên Rojhilata Navîn tê. Em Egîtîm Sen tim û tim li dijî polîtîkayên şerî ne. Li dijî şer em tim aştiyê diparêzin."    'EV DAGIRKERÎ YE'   Yamaç, destnîşan kir ku du sedemên êrîşên li ser Sûriyeyê hene û got: "Sedema yekemîn, helwesta Komara Tirkiyeyê ya ji bo kurdan û neqebûlkirina destkeftiyên kurda yeç Sedema duyemîn jî, AKP bi vî awayî dixwaze wê tengavîbûna xwe ya li hundur ji ser xwe bavêje. Nexasim jî ligel krîza aborî, krîza nebirêvebirinê jî derket holê. Şer, kêrî gelan nayên. Ên di vî şerî de qezenc dikin hêzên emperyalîst, qesr û derdora wan in. Îktîdar bi vî şerî dixwaze emrê xwe dirêj bike."    Yamaç ji bo gotinên Serokê Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglû ku gotibû "Eger hêzên çekdar ji bo xwe sivîlan bikin mertal dewlet ne mecbûr e ku sivîlan biparêze" got, ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Yamaç, anî ziman ku ew mantiqa ku kuştina zarok, jin û sivîlan rewa dike bi tu awayî qebûl nakin. Yamaç, destnîşan kir ku divê demildest ev şer bê arwestandin û got: "Ev şer, şerekî neheq e. Ji bo dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê tê kirin. Bi tu awayî şer nayê parastin. Mirov dimirin, mirov koçber dibin."    TENDURISTIYA GEL    Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger jî bilêv kir ku tenduristiya gel pir xirab dike. Deger, anî ziman ku wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê tenduristiya gel de bibe cihê xisareke mezin û got, wê ev pirsgirêk tenê ne li herêmên şer lê hene wê ji bo mirovên welatên din jî bibe cihê encamên travmatîk. Deger, got: "Em bijîşk dixwazin ev şer bi dawî bibe. Em Yekîtiya Bijîşkên Tirk û Odeya Bijîşkan a Wan-Coelmêrgê tim û tim li dijî şera ne."    'BILA ŞER BIQEDE'    Deger, diyar kir ku peywira sereke ya bijîşkan ew ku mirov di şert û mercên baş de bijîn û got: "Em bijîşk mecbûr in tenduristiya mirovan biparêzin. Ev divêtiyeke me bijîşktiyê ye. Ji ber em bijîşk in em li dijî şer dertên. Li tu deverê cîhanê nehatiye dîtin ku ji ber li dijî şer derketine û doza aştiyê kirine bijîşk hatine darizandin. Lê mixabin li welatê me rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk sirf ji ber doza aştiyê kirine hatine darizandin û cezakirin. Ev ji bo dîroka demokrasiya welatê me lekeyeke reş e. Em dixwazin Tirkiye demildest dev ji vî şerî berde."