Rojnamevanên xwedî tecrûbe: Dawiya dawî wê her derew îflas bike 2019-10-17 09:12:04 STENBOL – Rojnamevan Ragip Dûran ku zimanê çapemeniya berbelav ê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bikaranîn rexne kir, got: "Dawiya dawî wê her derew îflas bike." Rojnamevan Nadîre Mater jî got: "Em bibin rojnamevanên ku şaşîtiya şer nîşan didin."  Piştî êrîşên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, mijareke ku zêde tê nîqaşkirin jî helwesta çapemeniya berbelav e. Rojnamevanên xweyîtecrûbe Ragip Dûran û Nadîre Mater, bal kişandin ser vê yekê.    ‘DIVÊ ROJNAMEVAN JI BO PÊKHATINA AŞTIYÊ BIXEBITE'    Ragip Dûran, bi bîr xist ku ji sala 1853'yan ji Şerê Qirimê ve di şeran de rojnamevanî tê kirin û got, peywira sereke ya rojnamevanan ew e ku ji bo parastina mirovan tev bigerin. Dûran, got: "Di şert û mercên şerî de divê rojnamevan ji bo rojek berî rojekê ler bi dawî bibe, aştî çê bibe bixebite. Ji ber nêvenga şerî, di warê pîşeyî de tesîreke nexweş li rojnamevaniy dike, divê rojnamevan fikrên xwe û cudahiyên xwe deynin hêlekê û li dijî şer derkevin. Divê rojnamevan di şertên şerî de cudahiyên di navbera nûçe û rojnamevaniyê de pir baş tespît bikin."    MANÎPULASOYNA ÇAPEMENIYA SERDEST A TIRKΠ   Dûran, bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji sala 1831'ê ve rojnameyên rojane tên weşandin û derxistin û rojname wekî amûreke propgandayê yên îktîdara siaysî û leşkerî tên bikaranîn. Dûran, bi bîr xist ku di şerê Kore û Qibrisê de çapemeniya tirk xwedî weşaneke milîtarîst bûye û destek didan êrîşkariyê. Dûran, got: "Îro, sedema ku çapemeniya serdest a Tirkiyeyê pir zêde serî li manîpulasiyonê dide ew e ku tu hêleke rewa û qanûnî ya tevgera li hemberî Sûriyeyê tuneye."    ‘DAWIYA DAWÎ WÊ DEREW ÎFLAS BIKE'    Dûran ku got "Di ekranên televîzyonan de tim leqayî derewkarên AKP'ê tên" û destnîşan kir ku, ev kes ji bo tezên AKP'ê biparêzin pir hewl didin û helwesteke dûrî rojnamevaniyê nîşan didin. Dûran, bilêv kir ku çapemeniya berbelav her çend nûçeyên manîpuleyî çê bikin jî taliyê hev du li derewê diqelibînin û got: "Cirên nexweş ên derewan hene. Derew, tenê nikare ji derheqê du tiştan derkeve; rastî û dem. Yanî dawiya dawî wê her derew îflas bike. Taliyê derew li ber rastiyê dieciqe. Mişkileyek çapemneiya alîgri jî heye. Ji ber kesên li wir di warê pîşeyî de ne şareza ne çawa nikarin xweşikî nikarin nûçeyan çê bikin, nûçeyên asparagas an jî propagandayî jî niakrin baş çê bikin."    Rojnamevan Nadîre Mater jî bilêv kir ku ew tim rojnamevaniya aştiyî esas digire. Mater, anî ziman ku ji ber şer bi rojnamevaniyeke bi mişkilere rû bi rû ne û got: "Li Tirkiyeyê rojnamevan, pirspor, siyasetmedar, stratejîst, dîplomat hemû tevlihev bûne. Nûçe jî ne tu nûçe ne. Nexasim jî di televîzyonan de nûçegihan li Kaniya Xezaln diqîrin. Ji kerema xwe re bêdeng bin. Em tiştên me nedîtiye, lêkolîn nekiriye û jê bawer nekin nenivîsînin. Em hevokên bê çavkanî, bê kirde û tebatî saz nekin."    ‘EM BIBIN ROJNAMEVANÊN KU ŞAŞÎTIYÊ NÎŞAN DIDIN'    Mater, destnîşan kir ku divê rojnamevan ji cihêkarî û zimanê şidetê dûr bikeve û got: "Divê em ne girêdayî tu îktîdarê bin. Em hay ji berpirsiyariya nûçeyên xwe hebin. Em nebin kirdeya dezenformasyon û manîpulasiyonê. Em nebin rojnamevanên ku gotina 'Di şer de tişta ewil winda dibe heqîqet e' piştrast dikin, em bibin rojnamevanên şaşitiyan nîşan didin."    MA / Naci Kaya