'Şer giyaneweran û qadên jiyanê tune dike' 2019-10-17 09:11:19 STENBOL – Ekolojîstan, bilêv kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê ji bo guherandina demografiya herêmê ne û gotin, di vî şerî de bi qasî mirina sivîlan qadên jiyanê yên giyaneweran jî tên tunekirin.  Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ekolojîstan jî destnîşan kir ku ev şer ligel mirina sivîlan, zirarê dide qadên jiyanê jî û dibe sedema texrîbatên mezin.    'XIRABIYA HERÎ MEZIN'   Endamê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê Endezyar Cîhan Ersoy, got: "Zirar tenê nagihê deverên ku bombe lê diteqin. Wê bibe sedema xisarên kûrewî jî. Bombe nabêje 'bila giyanewer, mirov, nebat bimirin'. Hewldanên bi vî rengî, xirabiya herî mezin a li pêşerojê tê kirin."    Ersoy, bilêv kir ku ji ber şer didome tespîtkirina texrîbatên ekolojîk ne pêkan e û got: "Yanî dibe ji nişkave bombeyek li cem we bikeve, li we bikeve. Loma lêkolînkirina texrîbatan nepêkan e."    ‘JI BO GUHERANDINA DEMGRAFIYA HERÊMÊ YE'    Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Yagmûr Yûrtsever jî got: "Gava êrîşên li ser Şoreşa Rojavayê û axa Rojavayê dest pê kirin, wekî her şerî pêşî sivîl, zarok û jin mirin. Her wiha em bûn şahid ku parka zarokan jî hat bombekirin. Ev sûcê şerî ye." Yûrtsever, bilêv kir ku armanca vê "tevgera dagirker" guherandian demografiya herêmê ye.    Serokê Desteya Parastina Mûnzûrê Hasan Şen jî destnîşan kir ku ev operasyon bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Em baş dizanin aştî bi şer pêk nayê. Em di vê rêyê de her roj bimirin, her roj bên girtin û di girtîgehan de jî birizin em ê dev ji daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bernedin. Kesên vî şerî dikin behsa nirxên 'netewî' dikin. Şerên ku dibin sedema ciwan, jin, sivşl, zarok, xizananan û jehrîkirina ax û avê bi kêrî kîjan neteweyê tê? Tenê pergaleke şîzofren a wekî kapîtalîzm dikare bibêje rûxandin û mirin nirxên neteweyî ne."