Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand derket holê 2019-10-17 00:46:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Trûmp, nameya ku Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jê re şandibû jî di nav de nameyek ji Serokomar Erdogan re şand.    Derket holê ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp, nameya ku Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jê re şandiye jî di navde, nameyek ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re şandiye. Nameya ku derket holê, di 9'ê Cotmehê de hatiye nivîsandin.    Spîkerê Fox Bûsîness Networkê Trîs Regan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî basa nameya navbirî kir. Her wiha nûçegihanên Qesra Spî jî nameya ku derket holê piştrast kirin.    Nameya di çapemeniyê derket wiha ye:    "Birêz Serok, em peymaneke baş çê bikin. Her hal tu naxwazî bibî berpirsiyarê mirina bi hezaran kesî û ez jî naxwazim bibim berpirsiyarê mahfkirina aboriya Tirkiyeyê, lê ez ê bikim. Ji xwe di pêvajoya Rahîb Brûnson de, min mînakeke biçûk dabû ber we. Ji bo ez hin pirsgirêkên we hel bikim, ez bir tev geriyam. Cîhanê xiyalşikestî nekin. Hûn dikari peymaneke baş çê bikin. General Mazlûm ji bo muzakereyê amade ye û ji bo hin tawîzên ku berê qet nedidan niha amade ye bide.    Eger hûn vî karî bi awayekî rast û mirovane hel bikin, wê dîrok bi başî behsa we bike. Eger tiştine baş pêk neyên, tu yê li ber çavê min heta hetayê wekî şeytanekî bû. Nebin zilamekî zorbe. Nebe bûdela.   Paşê ez ê li te bigerim."