Xelîl: Tirkiye bi çekên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dikin 2019-10-16 20:04:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, diyar kir ku TSK û komên çekdar ên girêdayî wê bi çekên qedexe yên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dikin.    Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî bernameyek televîzyonê bû û diyar kir ku TSK û komên çekdar ên girêdayî wê bi çekêm qedexe êrîş dikin. Xelîl diyar kir ku li Serêkaniyê 8 roj in şer heye û şîddeta wê zêdetir dibe û wiha got: "Li Serêkaniyê qadên sivîlan tên bomberdûmankirin. Bijîşkan di raporên birîndaran de diyar kirine ku Tirkiye çekên fosfor û napalmê bi kar tîne. Ev çek jî qedexe ne. Xelîl bang li raya giştî kir ku di vî warî de bihistyar bin."