Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin 2017-12-02 10:27:00 ÎZMÎR – Parêzer Hatîce Sonmez li Navenda Paşve Şandinê ya Harmandali lêkolîn kir û diyar kir ku penaber bi pergala kodkirinê tên cudakirin û pidik jî di nav de kodên “Şervanê Terorîst ê Biyanî” ku tê wateya “YTS89” li wan dikin.    Li Navenda Paşve Şandinê ya (GGM) Harmandali ya Îzmîrê serî li pêkanînek sosret hat xistin. Endama Komîsyona Mafê Penaberan a Baroya Îzmîrê Parêzer Hatîce Sonmez destnîşan kir ku penaber bi pergala kodê tên cudakirin û malbat û pidik jî di nav de kodên “Şervanê Terorîst ê Biyanî” ku tê wateya “YTS89” li wan dikin û tên teşhîrkirin.    Sonmez da zanîn ku Navendên Paş ve Şandinê gelek bi pirsgirêk in û parêzerên diçin hevdîtina muwekîlên xwe jî bi saetan li ber derî dimînin, navên wan şaş derbasî qeydan dikin, ji bilî wergervanên sondxwarî wergervanan qebûl nakin û gelek derfetên kêm tên pêşkêşkirin. Sonmez anî ziman ku gihandina mafê penaberan bi pirsgirêke û ferzkirina tercûmanên sondxwarî derfetên maddî diafirîne û bi taybetî jî peyderkirina wergervanên sondxwarî yên kurdî jî gelek zor e.    NAVENDA QEBÛLKIRINÊ KIRIN NAVENDA PAŞ VE ŞANDINÊ    Sonmez da zanîn ku li gel ew parêzerin jî rastî gelek astengiyan tên û di dema hevdîtina bi muwekîl re peywîrdarek ewlehiyê li wir amade ye. Sonmez got: “Ji parêzeran re odeyek hatiye amadekirin. Li odeyê kamera û qeyda deng tê kirin. Ji ber em vê yekê qebûl nakin li cihek mîna kantînê em hevdîtinê pêk tînin. Lê vê carê jî karmend tên cem me. Nahêlin ku em bi rehetî bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin. Armanca avakirina Harmandali ew bû bikin navenda paş ve qebûlkirinê lê veguherandin kirin navenda paş ve şandinê.”   ‘JI ZAROKAN HETA KAL Û PÎRAN DI HEMAN ODEYÊ DE NE’    Sonmez da zanîn ku li gorî biryara îdareyê daye penaber divê salek di bin çavdêriya îdarî de bên hiştin û got: “Ev navend xweziya xwe bi Girtîgehên Tîpa F tînin. Ji pidikan heta kal û pîran hemû di odeyekê de tên ragirtin.”    ‘GUMANBARÊN DAIŞÊ ÊRÎŞÎ KURDAN KIRIN E’    Sonmez destnîşan kir ku bi taybetî di rojên dawî de li Harmandaliyê tundî û zext zêde bûne û wiha dewam kir: “Li Îzmîrê û bajarên derdorê di bin navê YPG’ê û DAIŞ’ê de operasyonên tên kirin û kesên tên binçavkirin û pişt re ku serbest tên berdan dibin GGM’ê. Kesên bi îdiayên cuda tên binçavkirin li GGM’ê di heman qawişan de bicih dikin û her tim rageşî derdikeve. Di bûyera herî dawî de kesên tên diyarkirin ku endamên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Rûs û Çeçen in êrîşî kurdên ji Sûriyê kiribûn. Ji ber vê yekê jî gelek kes birîndar bûbûn.”    KODA ‘TERORÊ’ LI PIDIKAN DIKIN    Sonmez anî ziman ku ew bi tu awayî nikarin xwe bigîhînin mafên penaberan û wiha axivî: “Penaber bi pergala kodkirinê tên cudakirin. Kesên rastî ceza hatine tên kodkirin. Ev pêkanîn li ser wan pêk tê. Li gorî her cezayekê kodekê didin. Vê pêkanînê piştî OHAL’ê dest pê kiriye. Kodek bi navê Şervanê Terorîst ê Biyanî (YTS) heye. Pidik jî di nav de kodên terorê li wan dikin. Her cara em diçin bi kodek nû re rû bi rû dimînin. Tu bingeha qanûnî ya vê kodkirinê tune ye. Hemû bi fermanê pêk tê.”    MA/ Ahmet Kanbal