Hevserokê HDP'ê yê berê yê Erzînganê binçav kirin 2019-10-16 15:11:41 ERZÎNGAN – Polîsan bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê berê yê Erzînganê Ayhan Pakan de girt û li malê binçavkirin.    Polîsan îro serê sibê bi ser mala Hevserokê HDP'ê yê berê yê Erzînganê Ayhan Pakan de girt û li malê binçavkirin. Polîsan di serdegirtina mala Pakan de ji ber Pakan bi hevjîna xwe re bi kurdî axivî zext li wî kirin. Polîsan piştî lêgerina malê Pakan binçavkirin û birin Midûriyeta polîsan a Erzînganê. Sedema binçavkirina Pakan nehat zanîn.