QSD’ê li qereqola sînorê Bêrecûkê da 2019-10-16 14:54:05   RIHA – Şervanên QSD’ê li ser sînorê Bêrecûkê li qereqolek eskerî dan. Dûman ji qereqolê bilind bû û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirin.    Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bersiv dide êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava. Di saetên nîvro de QSD’ê bi topên hewanê li qereqola eskerî ya li ser sînorê Bêrecûka Rihayê dan. Piştî topên hewanê li qereqolê ketin demek pevçûn derket. Ji ber pevçûnê ji qereqolê dûman kişiya û gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.