QSD’ê bi fuzeyên katyûşa bersiv da 2019-10-16 14:37:23   GIRÊ SPÎ - QSD’ê, dest bikaranîna fuzeyên katyûşa yên li dijî êrîşên TSK û Artêşa Netewî ya Sûriyê ku berê li ser Rêbejahiya M4 danîbûn kirin.  Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 8’an de dewam dike. Bi taybetî, êrîş li ser xeta Girê Spî û Serêkaniyê giran bûye û sînorê van her du bajaran veguheriye qada şer. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bersivên dijwar didin êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hêzên paramîlîter navê xwe kirine “Artêşa Netewî ya Sûriyê” (ANS).       Li ser xeta Eyn Îsa û Çelebî, ji duh ve pevçûnên dijwar rû didin, bi awayekê pir zêde herêm tê bombebaran kirin. Hêzên QSD’ê bi çekên giran bersiv didin êrîşan. Komên TSK û ANS’ê ji ber êrîşên QSD’ê pêngavek paşve vekişiyan.    QSD’ê dest bikaranîna fuzeyên katyûşa yên berê li ser Rêbejahiya M4 danîbûn, kirin.    Li aliyê din komên ANS’ê, êrîşî hêzên rejîma Sûriyeyê yên li ser Rêbejahiya M4 a Eyn Îsa hatibûn bi cih kirin, kirin. Di êrîşa Eyn Îsa de, 3 leşkerên rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da û 10 leşker jî birîndar bûn.    Hat diyar kirin ku komên ANS’ê, li Eyn Îsa girtîgeha DAIŞ’î lê girtîne, kirine hedef û kêliyên pevçûnê yên li wê herêmê ji aliyê nûçegihanê me ve hat qeydkirin    MA / Nazim Daştan