Xebatkarên nexweşxaneyê hişyar kirin: Agahî nedin, parve nekin! 2019-10-16 13:59:18   RIHA - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrêcûkê hejmara mirî û birîndaran tê veşartin. Hat diyar kirin ku xebatkarên nexweşxaneyê ji bo ku agahî nedin û parve nekin, hatine hişyar kirin.  Piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera ambûlansan, ji navend û navçeyên Rihayê kêm nabin. Yek ji navendên herî zêde cenaze û birîndar tên wê derê Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ye. Her tim gelek ambûlans li baxçeyê nexweşxanê tên rawestandin. Li ber nexweşxanê nuqteya polîsan hatiye avakirin û ev polîs destûr nadin ku wesayîtên sivîlan derbasî baxçeyê nexweşxanê bibin. Hat zanîn ku li nexweşxanê gelek birîndar hene û hin birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bêlqis a Dîlokê hatine kirin. Hat diyar kirin ku gelek ambûlansên nû sewqî navçeyê hatine kirin, ambûlans li baxçeyê paş ê nexweşxanê tên girtin û beşek mezin a nexweşxanê li sivîlan hatiye girtin.    XEBATKARÊN TENDURIYÊ HIŞYAR KIRIN!   Welatiyên navçeyê yên ji ber leşker û OSO’iyên birîndar nikarin biçin nexweşxanê, ji bo dermankirinê diçin bajêr û navçeyên derdorê. Hat dest nîşan kirin ku xebatkarên tenduristiyê ji bo ku agahî nedin û parve nekin, hatine hişyarkirin.    Hat diyar kirin ku hejmara mirî û birîndaran tê veşartin.