Tosûn: Hemû êrîşên li dijî vîna gel neheq in Ocalan: Li 4 navçe û 40 gundan şer heye 2019-10-16 13:46:48 AMED / RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, di şibakeyê de bi megafonê daxuyani da û got: "Hemû êrîşên ku vîna gel nas nakin neheq û bê hiqûq in. Divê hêzên biyanî ji Suriyê derkevin û li şûna êrîşê dîyalogê bidin destpêkirin." Omer Ocalan jî anî ziman ku niha li 4 navçeyên me şer heye. Rayedarên dewletê der barê 40 gundan de biryara valakirinê daye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yenîşehîrê, bi armanca êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bike, xwest daxuyaniyê bidin çapemeniye. Lê polisan bi maşîneyên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kir. Polîsan bi hinceta qedexa walitiyê destûr nedan HDP'î daxuyaniyê bide. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn endam û rêveberên rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê beşdar bûn. Rêveberan li hundirê avahiyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Ji ber polîsan destûr nedan girse li derve daxuyaniyê bide, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, bi megafonê di şibakeyê de daxuyani da. Tosun, diyar kir ku Suriye ya gelên Suriyeyê ye û wiha got: "Hemû êrîşên ku vîna gel nas nakin neheq û bê hiqûq in. Divê hêzên biyanî ji Suriyê derkevin û li şûna êrîşê dîyalogê bidin destpêkirin."   Tosûn da zanîn ku yên ku planên guhertina demografîk dikin sûcê mirovahiyê û şer dikin û wiha berdewam kir: "Israrkirina şer, israra qirkirina civakê ye. Şer wê çeteyê DAÎŞ, El Kaîde û El Nûsra dîsa zindî bikin." Tosûn, xwest pirsgirêka Kurd li meclîsê bê çareserkirin û wiha bi dawî kir: "Nêzikatiya gelê kurd ya dijminane ne çareseriye. Yên ku di neçareserkirinê de israr dikin dê belav bibin. Em ê têkoşîna xwe ya aşitiyê li her derê bidomînin."    ÇAR NAVÇEYÊN RIHAYÊ WEKÎ QADA ŞER IN   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê lên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên Pirsûsê û rêveberên HDP'ê amade bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Navçeyên Serêkaniyê, Kaniya Xezalan, Bîrecîk û Pirsûs di nava şer de ne û wiha got: "Me navçeya Serêkaniyê ziyaret kir. Hêzên paramiliter ên bi çek li kolanan digeriyan. Kesên navê 'SMO' li wan kirine bermahiya DAIŞ'ê ne. Ev navçe teslîmî van kesan kirine. Em wekî HDP'ê li dijî vê rewşê ne. Niha hin kes dibêjin 'Hûn çima dibêjin şer. Li hemberî me dewlet tune rêxistin heye' Lê tişta heyî li holê ye. Li navçeyên Serêkaniya serxet û binxet di 12’ê Cotmehê de sivîl hatin bombekirin. Di bombebaranê de hemû cîhanê dîmen dîtin. Em li dijî vî şerî ne. Ev şerê li dijî gelê Kurd e. Ji DYA heta NY û hemû dewletên cîhanê li dijî vî şerî ne. "    LI 4 NAVÇE Û 40 GUNDAN ŞER HEYE   Ocalan, anî ziman ku li xeta ku şer lê heye gel pir bi fikar in û wiha lê zêde kir: "Gelê Kurd vê êrîşê li dijî xwe pênase dike. Komara Tirkiye baş dizane ku di nava 7 salan de ji Efrînê heta Iraqê tu êrîş li dijî wê pêk nehat. Lê piştî 9'ê Cotmehê bi dehan mirov li ser sînor hatin kuştin. Bi dehan mirov birindar bûn. Niha li 4 navçeyên me şer heye. Rayedarên dewletê der barê 40 gundan de biryara valakirinê daye. Dibêjin 'Ewlehiya we ne berpirsiyariya me ye' Em bang li dewletê dikin ku demek berî demekê bi diyalog û muzaereyê pirsgirêkê çareser bike. Ev şer wê bêtir aborî û jiyana civakî têk bibe. Ji bo ev şer bi dawî bibe çi ji destê me bê emê bikin."    Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevîk jî ani ziman ku ji ber vi şerê heyî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ses birîndar bûn û wiha got: "Em ji bo jiyandinê têdikoşin. Armanca me ne tunekirin e. Şer xerakirin e. Fêdeya şer li kesî tune ye. Gundên hatine valakirin hene. Mirovên gundên xwe vala kirine cihekî biçin lê bi cih bibin tune ye. Me ji bo alîkariya mirovan hemû derfetên xwe seferber kiriye. Em hevîdarin ku bi tabloyek wekî 2014'an re rû bi rû nemînin."