Li Ahmet Turk lêpirsîna ‘Newrozê’ vekirin 2019-10-16 12:53:58 MÊRDÎN - Derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm tayînê cihê wî kirin û ji peywirê girtin de, bi hinceta axaftina di Newroza 2018’an a li Amedê kir de, lêpirsîn vekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê di 19’ê Tebaxê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û ji peywirê hat girtin de, bi îdîaya di axaftina xwe ya Newroza 2018’an de ya li Amedê de “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn vekir.    ‘DAXWAZA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ’   Turk, di çarçoveya lêpirsînê de bi parêzerên xwe re çû Edeliya Mêrdînê û îfade da. Turk, diyar kir ku tu wesfa propagandeyê di axaftina wî de nîne û wiha got: “Min li ser yekitiya gelan, têkiliyên gelên Kurd û Tirk ên bi hezaran sal, daxwaza aştî û demokrasiyê kiriye di axaftina xwe de.” Turk di îfadeya xwe de li dijî polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê hişyarî kir.     Parêzerên Turk jî derbarê lêpirsînê de parastin kirin û gotin: “Axaftina mijara gotinê, di çarçoveya azadiya raman û îfadê de hatine bi kar anîn." Parêzeran daxwaza betalkirina lêpirsînê kirin.