'Di vê jiyanê de em jî hene!’ 2017-12-02 09:58:37 EDENE - Serokê "Kardelen Engelliler Derneği" (Komeleya Astengdaran a Berfînê) Halîl Tonguz, aşkera kir ku ew wekî astengdar gelek tengasiyan dikişînin, dewlet pirsgirêkên wan çareser nake û ev tişt got: "Em wekî astengdar jiyaneke bê astengî dixwazin. Divê neyê ji bîrkirin ku di vê jiyanê de em jî hene." Li gorî daneyên sala 2011'an ên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê qasî 5 milyon astengdar hene. Agahiyên ku ji komeleyên astengdaran hatin girtin, ev hejmar îro derketiye 6 milyonî. Her çendî di bin navê Roja Piştgiriya ji bo Astengdaran a Cîhanê ya 3'yê Kanûnê li Edeneyê welatiyên astengdar bên bîra raya giştî jî û ji bo wan hin sererastkirin pêk bên, ev li ser kaxizê dimînin. Welatiyên astengdar ji bo astengiyên heyî derbas bikin, di dîtina kar de gelek zehmetiyan dikişînin. Di warê jiyana civakî de jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne.    Bi taybetî dema piyerê û rêyên kuçeyan tên çêkirin, welatiyên astengdar tên ji bîrkirin, li gel van pirsgirêkan, hêj di gelek saziyên sektorê ên taybet de li gorî ku astengdar xwe bi rihetî bigihînin, avahîsazî nehatine çêkirin.   ‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN, MIROVÊN DININ’   Li gorî daneyan qasî 134 hezar welatiyên astengdar li Edeneyê dijîn. Welatiyên astengdar der barê tengasî û zehmetiyan de axivîn.   Salîh Ulaş destnîşan kir ku wekî ku ew ji hemû qadên jiyanê bê par maye û bi ruhiyeteke wiha re rû bi rû ye, ji ber ku astengdar in nikarin di tu karî de bixebitin û kar peyda nakin. Ulaş got ku "Her mirov dibe ku di kêliyê de bibe astengdar" û ev tişt got: "Ez 3 mehan carekê meaşê astengdariyê digirim, lê ez nikarim debara xwe bikin. Divê hêj zêdetir ji bo astengdaran derfetên bikaribin debara xwe bikin bên sazkirin." Ulaş aşkera kir ku dema ew li otobusên gel ên taybet û maşînên şaredariyê sîwar dibin, her çendî kartê wan ê astengdariyê hebe jî mavîn û amokar heqaretê li wan dikin û ev tişt got: "Astengiya herî mezin a astendgaran, astengiya mirovên din e. Divê berî her tiştî ew astengiya di hişê mirovan de bê rakirin."   ‘HEQARETÊ LI ME DIKIN’   Welatiyê bi navê Mehmet Çerî Seyhanli diyar kir ku ew sedî 90'î astengdarê çav e û anî ziman ku dema maşineyan li ser rê park dikin, ew gelekî zehmetiyan dikişînin, piştrast kir ku ne rê, mirov ji wan re astengiyan derdixin.   Seyhanli bi lêv kir ku dema hin caran ji bo derbasî aliyê rê yê walî bibe, ji hin mirovan alîkariyê dixwaze, hin mirov heqaretê li wî dikin û wiha pê de çû: "Dê sibê çi bê serê mirovan ne diyar e. Ew kes dema wekî min bibe astengdar, dê çi bê serê wî/ê dê wê demê baş fêm bike. Em herî zêde ti otobusên gel ên taybet de zehmetiyan dikişînin. Ez carekî li otobusê sîwar bûm, mavîn ez peya kirim. Ji wê rojê ve ez lê sîwar nebûme. Tenê li maşîneyên şaredariyê sîwar dibim."   ‘WEKÎ EM PARSEKIYÊ DIKIN’   Serokê Komeleya Astengdaran a Berfînê Halît Tonguz Halîl Tonguz, da zanîn ku gelek pirsgirêkên cidî yên astengdaran hene û dewlet di warê çareseriyê de kêm dimîne.   Tonguz derbirî ku welatiyên astengdar bi pêkanînên keyfî re rû bi rû dimînin, saziyên aydê astengdaran ji holê tên rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Komîsyon an jî saziyên ku şaredarî û partiyên siyasî ji bo astengdaran ava dkin, bi giştî li pey deng û reyan dikevin. Em wekî astengdar, jiyaneke bê astengî dixwazin. Divê neyê ji bîrkirin ku di vê jiyanê de em jî hene."