Biryara nepeniyê danîn ser dosyayê hevşaredaran 2019-10-16 11:36:26   WAN - Dozgeriyê biryara nepeniyê danî ser hinceta binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar û hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek.    Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar û hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ku duh polisan wan binçavkiribûn, hê jî di bin çavan de ne. Dozgeriyan biryara nepeniyê danîn ser dosyayê hemû hevşaredaran û ji ber vê yekê nayê dayîn ku dê îfadeyê wan kîngê bê girtin.    DEMA BINÇAVKIRINA HAT DIRÊJKIRIN   Derbarê dosyayên 15 kesên ku bi hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek re hatibûn binçavkirin de jî jî biryara nepeniyê hat dayîn û dema binçavkirina wan ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. Derbarê dosyayan de agahî bi parêzeran re nayê parvekirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin lêpirsîn bi tevahî li ser îfadeyên şahidekî veşartî hatiye destpêkirin.