'Polîs çek xist serê min' 2019-10-16 11:23:06 AMED - Dayika Çîmen Ulker a hat binçavkirî Muşeher Ulker diyar kir ku dema tîmên taybet ser mala wan de girtin, deriyê malê şikandine û ketine hûndir û wiha got: "Rehetiya me ji vê dewletê tune ye. Bi hovaneyeke pir mezin bi ser mala me de girtin û li keça min xistin. Dema min kir qêrîn polîsekî çek xist serê min û got 'Hiş be'.    Polîsan bi  hinceta parvekirinên medyaya civakî, bi ser malbata Çîmen Ulker a 29 salî di girtin û li malê binçav kirin. Polîsên tîmên taybet, serê sibehê li Taxa Fatîh a navçeya Rezan bi ser malbata  Ulker de girtin. Polîsan derî kişandin û îşkence li kesên li malê kirin. Dayika Ulker, Muşeher Ulker diyar kir ku dema polîsan bi ser malê de girtin, deriyê malê kişandin û wiha got: ""Rehetiya me ji vê dewletê tune ye. Bi hovaneke pir mezin hatin malê. Salê 3-4 caran bi ser mala me de digirin. Keça min li malê bi lêdanê binçav kirin. Li erde xistin û pêhn li noqa wê xistin. Keça min nexweşa dil e. Min kir qêrîn. Polîsekî çek kir serê min û got 'hiş be ez ê te bikujim.' Min got tu li pêş çavê min îşkence li keça min dike ez çawa qebûl bikim."    'EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'   Ulker, destnîşan kir ku lawekî wê tevlî HPG'ê bûye, lawekê wê girtî ye û lawekî wê jî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Ew tûrê zêra bidin me jî, em vê zilmê qebûl nakin. Zarokên min tarûmar kirin. Niha tenê mame. Min bi eziyet zarokên xwe mezin kirin. Ez heta dawiyê li pey zarokên xwe me. Kezeba me dayikan dişewî ye. Ji min re dibêjin 'tuyê biçe girtîgehê keça xwe bibîne' Heke keça min bigirin, ez ê biçim girtîgehê xwe bişewitînim. Ew çi jî bikin ez ji doza xwe bernadim."   'ZAROKÊN MIN JI BER ZILMÊ ÇÛN'    Ulker, da zanîn ku zarokên wê yê ku tevlî HPG'ê bûyî ji ber zilma wan çûye û wiha got: "Dema lawê min tev li partiyê bû ez girtî bûm. Ger ku îro keça min biçe sebeb ew in. Ji ber zilma wan diçin. Ez jiyana bêşeref qebûl nakim. Dema bi ser malê de girtin wêneyê Selehattîn Demîrtaş avêtin erdê. pêl li cilên me kirin. Ez ê biçim serî li saziyên mafên mirovan bidim. Ez vê zilmê qebûl nakim."