Prof. Dr. Jongerden: Sûcê Amerîka û YE'yê pir mezin e 2019-10-16 09:56:49   ENQERE - Akademîsyenê hollanî Prof. Dr. Joost Jongerden, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku sûcê Amerîka û YE'yê pir mezin û armanca Tirkiyeyê qirkirina kurdan e.    Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 8'êmîn de didome. Her ku diçe bertekên li dijî vê êrîşê zêde dibin. Akademîsyenê hollanî yê Zanîngeha Wageninenê Prof. Dr. Joost Jongerden ku êrîşê nirxand diyar kir ku neyartiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava ji aliyê Cîhanê ve tê zanîn û wiha got: "Tirkiyeyê beriya niha jî li dijî kurdan siyaseta qirqirina nîjadî pêk anî. Mirovan ji cihê wan kirin. Ên mayî jî terkî tundiya li dijî mirovahiyê hatin kirin. Deverên ku Tirkiye ketiye mirov di qirkirina çandî re hatine derbaskirin. Heke Tirkiye bi kurd û kurdbûnê re şer nake, gelo armanca ewqas şer û pişaftinê çî ye? Tirkiye êrîşî pergala xweseriya demokratîk ku li Rojava pêk hatiye dike."   'BERXWEDANA KURDAN BI HÊZ E'   Jongerden bi lêv kir ku Tirkiye li dijî kurdan bi çekên giran ketiye şer; lê li gel hêza bêpîvan jî berxwedana kurdan bi hêzdarî didome û ev tişt anî ziman: "Daxuyanî û şermezarkirinên dewletan têr rawestandina êrîşa Tirkiyeyê nakin. Divê bi awayekî şênber gav bên avêtin. Herkes zane ku Tirkiye dixwaze kurdan ji herêmê derxe; lê li gel vê yekê jî tenê temaşe dikin." Jongerden vekişandina Amerîkayê ya ji Sûriyeyê jî wiha nirxand: "Hinceta vekişandinê pir hêsan e. Lewre li Qesra Spî narsîst (xwehez) û otokratek rûdinê. Nezan e û di heman demê de bêfikirîn tevdigere. Bi daxuyaniyên Iraq û Sûriyeyê tevlîhev dike. Encam li her derê alozî ye."   AMERÎKA Û YE SÛCDAR IN   Jorgenden derbarê lihevkirina di navbera Şamê û kurdan de jî axivî û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Tenê tevgerandina Esad a bi kurdan re bim wate nîne. Sedema êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Amerîka û welatên Yekitiya Ewropayê (YE) ne. Sûcê Amerîka û YE'yê pir mezin e. Mixabin bedela vê yekê jî dê dîsa gelên herêmê bidin."