‘Tirkiye sûcê şer dike' 2019-10-16 09:24:53   ÎZMÎR – Sekreterê Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîr Erdogan Akdogdû, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got: "Gava em li artêş û rêbazên ku Tirkiye bi kar tîne dinerin, aşkere ye ku li vira sûcekî şer tê kirin û li hemberî gelên Rojavayê hewldaneke ji bo komkujiyê heye."    Nerazîbûn û bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Îzmîrê ku bi KHK'ê hat girtin Erdogan Akdogdû, diyar kir ku ew li dijî şer in û nerazîbûnên xwe bilêv kir.    ‘DIXWAZE DESTEKFTIYÊN ROJAVAYÊ JI HOLÊ RABIKE'    Akdogdû, destnîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û îktîdara siyasî nikare welat bi rê ve bibe û got, bi polîtîkayên şerî rojevê diguherînin. Akdogdû, anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi şer destkeftiyên Rojavayê ji holê rabike û got: "Her diçe krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir dibe. Niha gelek sazî û dezgeh bi dewleteke ku nikare bixebite re rû bi rû mane. Her diçe ev beloqtir dibe. Êdî mirov li ber meclîsê û li kuçeyan xwe dişewitînin."    ‘SÛCÊ ŞER'    Akdogdû, destnîşan kir ku li Rojavayê di serî de gelê kurd û bi giştî tevahiya kesên bindest têdikoşin û got: "Rayedarên hikûmetê dibêjin 'em li hemberî terorê têdikoşin.' Lê her kes dizane Tirkiye li wir li hemberî gelê kurd têdikoşe. Di vî şerî de ligel kesên ji nav El-Qaîde û El Nûsrayê anîne û di bin navê 'Artêşa Netewî ya Sûriyeyê' de şer dike. Piraniya van kesan sûcdarên şer in. Di warê hiqûqî de Tirkiye sûcê şer dike. Çimkî diviya ev kes bên darizandin û zevtkirin. Gotinên Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylû yên derbarê çeteyên DAIŞ'ê de li holê ne. Îjar gava em li artêş û rêbazên ku Tirkiye bi kar tîne dinerin, aşkere ye ku li vira sûcekî şer tê kirin û li hemberî gelên Rojavayê hewldaneke ji bo komkujiyê heye."     Akdogdû, destnîşan kir ku divê her kes li dijî vî şerî derkeve û rawestîne.